Pompeo: Amerîka li hember êrîsên rejîma Sûrî pistevaniya Tirkiyê dike

Pompeo: Amerîka li hember êrîsên rejîma Sûrî pistevaniya Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser mijara Idlibê û êrîşên rejîma Sûriyê bi ser hêzên Tirkiyê de, piştevaniya Amerîkayê ji bo Tirkiyê tekez kir û got, pêwîste Rûsya û Esed êrîşên xwe rawestînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo sersaxî ji malbatên leşkerên Tirkiyê yên ku ji ber êrîşên rejîma Esed li Sûriyê hatibûn kuştin kir û da zanîn ku wî James Jeffrey şandiye Tirkiyê da ku hemahengiyê bi berpirsên Tirkiyê re bike û bersiveke guncaw bidin artêşa Sûriyê.

Pompeo destnîşan kir ku ew piştevanî hevalbenda xwe ya NATO Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin