PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Ednan El-Zurfî doh ji bo serokwezîrtiya hikûmeta nû veguhêz raspart, lê îro 4 komên siyasî yên şîe li Parlamentoya Iraqê erkdarkirina Ednan El-Zurfî bo serokwezîrtiyê red kirin.
Piştî civîna Hevpeymana Fetihê, Îtîlafa Dewleta Qanûnê, Koma Hevpeymana Neteweyî û Koma Tevgera Neteweyî daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin û hat gotin: "Em vê rêgehê û derencamên erkdariyê red dikin, bi armanca sekinandina vê biryara ku bibe sedema gefan li aştiya gelan û hevgirtina neteweyî, em ê hemû hewlên qanûnî û siyasî bi kar bînin."
Serokê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda El-Sedr jî derbarê erkdarkirina Ednan Zurfî de got ku avakirina hikumetê karekî navxweyî ye û pêwîstiya destwerdana “dewletên cîran û dagirker” pê tune ye.
Ednan Zurfî di yeke gotara xwe ya piştî erkdarkirinê de gotibû, ew dê pabendî rêkeftinên ligel Herêma Kurdistanê be û hewil bide pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê li gorî destûrê bicih bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin