Ji Pêsmergeyên Roj daxuyaniya Libyayê: Em sermezar dikin!

Ji Pêsmergeyên Roj daxuyaniya Libyayê: Em sermezar dikin!

PeyamaKurd – Piştî belavkirina nûçe û îdiayê medya nêzîkî PKKê derbarê girtina ‘Pêşmergeyên Roj’ li Libyayê, Fermandariya Giştî ya Pêşmergeyên Roj daxuyaniyek belav kir û ew îdia red kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Giştî ya Pêşmergeyên Roj de hatiye gotin ku li ser medya civakî û malperên nêzîkî PKKê hatiye îdiakirin ku kesekî bi navê ‘Şakir Ferman Bonciq’ li Libyayê hatiye girtin û ew wekî Pêşmergeyê Roj nîşan dane ku ew dûrî rastiyê ye.

Fermandariyê got, ew kesê behsa wî tê kirin bi ti awayî di nav hêzên Pêşmergeyên Roj de cî negirtiye û ti pêwendiyeke wan jî bi wî re nîne.

Fermandariya Giştî ya Pêşmergeyên Roj da zanîn ku ew kesê hatiye girtin di bûyerên sala 2012an de ji Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bûye û ji wir jî çûye li Tirkiyî bicih û war bûye ku venegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hêzên Pêşmergeyên Roj hêzeke Kurdistanî ye. Pêşmergeyên Roj ji bo berevaniya erd û gelê Kurdistanê li hemberî hemû dijminan û êrîşên terorî hatiye avakirin. Tevî aramî û ewlehiya gelê Kurdistanê rêzê li ewlehiya hemû neteweyên dinyayê û gelên herêmê digire.

Em wekî gelê Kurd, rêzê li gelê Libyayê digirin. Lê em wan hewlên bê îtibarkirina hêzên xwe bi bûyerên ti pêwendiya me pê re nîne jî şermezar dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin