'Ne ji PDKê bûya ne Herêma Kurdistanê dima, ne jî nirxên gelê Kurd'

'Ne ji PDKê bûya ne Herêma Kurdistanê dima, ne jî nirxên gelê Kurd'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ligel berpisên liq û navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dihok, Mûsil û her sê encûmenên serkirdayetiya Hewlêr, serkirdayetîya Kerkûk û Germiyan, Serkirdayetîya Silêmanî û Helebçê civiya.

Îro duşemê 09-09-2019an Serok Mesûd Barzanî li Selehadînê pêşwazî li berpirsên civiya. Di civînê de Serok Barzanî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, geşedanên herêmê, qonaxa piştî referandûmê û herdû hillbijardinên Parlementoya Iraqê û Parlementoya Kurdistanê û avakirina kabineya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî spasiya xwe bo rola endam û berpirsên PDKê anî ziman ku beramber hemû girift û hemû pilanên dijî PDKê hebûn û da zanîn ku  di encama xweragiriya endam û layengiranî PDKê, PDK li ser asta Iraq û Kurdistanê bûye hizba yekem.

Serok Barzanî behsa rola berpirsên PDKê kir û bilind nirxand û bi bîr xist ku berpirsên PDKê di dema herî teng de baweriya xwe bi xwe anîn û serî li sengerên parastina Kurdistanê dan û eger PDKê nebûya niha ne Herêma Kurdistanê dima ne jî nirxên gele kurd.

Herwiha di civînê da Serok Barzanî sipasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehramaniya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê jî kir. Herwiha Barzanî şerê Pêşmerge dijî terorîstên DAIŞê bi bîr xist û û got:”Em hemû deyndarê Pêşmerge ne. Çunke Pêşmerge hemû hesvengî guherand û Kurdistan parast.”

Serok Barzanî di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kir. 

Serok Barzanî da zanîn ku aniha guftugo û danûstendin hene û pêngavên baş hene û ew hêvî dikin hemû kêşe bi rêya diyalogê çareser bibin, bi taybet jî kêşeya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin