PeyamaKurd- Di xwepêşandanên piştî xistina balafira Ûkraynayê ji aliyê Tehranê de, sefîrê Brîtanyayê yê li Tehranê Rob Macaire jî tevlî xwepêşandanan bûbû û ji aliyê hêzên asayîşa Îranê de hatibû binçavkirin. Li ser binçavkirina sefîr wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominic Raab bi sedema ku Tehran sefîrê wan binçav kiribû, wê ji Îranê daxwaz bike da ji Brîtanyayê lêborîna xwe bixwaze. Raab li ser binçavkirina balyozê Brîtanyayê li Kamara Awamê weha got:
“Bê ku şiroveyekî an sedemekî nîşan bidin, sefîrê me binçav kirin. Ev kiryar bi fahîşane îhlala hûqûqa navdewletiye.”
Îran wê lêborîna xwe ji Brîtanyayê bixwaze an na hêj nediyare.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin