Îran ji bo her varêla petrola di Hurmizê de derbas bibe 1 dolar dê bixwaze

Îran ji bo her varêla petrola di Hurmizê de derbas bibe 1 dolar dê bixwaze

PeyamaKurd – Dewleta Îranê dilê xweş dike ku her keştiya di Buhira Hurmizê de derbas bibe, ji bo her varêla petrolê 1 dolarekî pereyê kripto bistîne. Trump jî ragihand ku eger vê sîstemê ava bikin, dê vê kiryarê bi Îranê re ‘di çarçoveya projeyekî’ de dê bikin.

Li ser sitendina peran ya ji petrolê, berdevkê Yekîtiya Îxracatvanan ya petrol, berhemên petrolê û xazê ya Îranê Hamid Huseyni, di 8ê Nîsana 2026an de, di daxwuyaniya ji bo rojnama Financial Timesê de gotibû ku her keştiya petrolê ya bixwaze di Buhira Hurmizê de derbas bibe, serê her varêlê li ser perê dîjîtal 1 dolar pere dê bide. Huseynî li ser meşa pêvajoyê weha gotibû:

“Keştî wê mecbûren berê, di derbarê cûreya barên xwe de, li ser e-postayê agahiyan bide meqamên Îranê. Piştî ravekirina rayedarên Îranê, wê çûna keştiyan tesdîq bikin.

Dayîna peran ji bo nekeve ber givaşên Amerîkayê û ji bo di sîstema navdewletî de dest daneynin ser perê wan, dê bi Bitcoin bêkirin û ji bo dana peran wê wextekî bi sînor bidin keştiyan.”

Huseyni ji bo di Hurmizê de ber li derbasbûna çekan bigrin weha got:

“Di Hurmizê de her cûre mal dikare derbas bibe lê belgeyên ewlehiyê yên keştiyê zeman jê re lazime û ti ecela Îranê tineye.”

Trump li ser mijarê ji bo ABC Newsê roja Çarşemê  ragihand ku ji bo di Hurmizê de ev sîstem bê avakirin, yanî ji bo bacê û derbasbûna bi pereyan, bi Tehranê re li ser hevkariya bi hevre dixebitin. Trump mijarê rave kir û got:

“Em difkirin ku vêya weka projeyekî hevpar bikin. Ev ji bo ewlehiya Hurmizê û ji bo talûkên ku ji derve de werin, bo parastinê, rêbazekiye. Ev tişteka gelek baş e.”

Bi van hewlan û rûdanan, di bazara petrola dinyayê de varêla petrole derketibû ser 100 dolarî lê piştî agirbesa navbera DYA û Îranê, niha bihayê varêla petrolê di bazara dinyayê de daket.