Îran: Li Tengava Hurmizê keştîyên ku bê destûr derbas bûn li mînan xistin

Îran: Li Tengava Hurmizê keştîyên ku bê destûr derbas bûn li mînan xistin

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ku li ser çapemeniya Îranê hat belavkirin, li Tengava Hurmizê çend teqînên tund pêk hatine.

Ajansa nûçeyan a Farsê ku pişta xwe dide çavkaniyên ewlehiyê, ragihand ku teqîn piştî wê yekê çêbûne ku tankerên bê destûr ketine derbasbûna başûr a tengavê, li mînên deryayî xistine.

Di nûçeyê de derbarê hejmara tankerên ku teqiyane, alaya wan a ku kîjan welatî ye û mezinahiya ziyanê de ti agahiyên berfireh nehatine dayîn.