Gelo wê peymana Leoparan betal bibe?

Gelo wê peymana Leoparan betal bibe?

PeyamaKurd- Partiya Sosyal Demokrat ya Almanya niha daxwaznameya qanûneka nû amade kiriye ku bide meclisa Almanya. Partî Die Linke dixwaze firotina sîlihan bo Erebistan û Emaratan bide rawestandin.

Sedema ku partiya Die Linke qanûn amade kiriye, her dû dewlet mafê mirovan binpê kirine. Di şerê Yemenê de, her dû dewlet gelek mafan binpê kirine. Lewra di reşbeleka qanûna nû de, ne tenê sîlih lê dixwaze firotina temamê hilberînan bo her dû dewletan bên qedexekirin.

Muxalefeta Almanya ya ku qanûn amade kiriye, bi sedema ku Tirkiye li Efrînê di operasyona “Çiqila Zeytûnê” de, “Mafê Mirovan Binpê Kiriye”dixwaze peymana tankên Leoparan jî bi Tirkiyê re betal bike an bandorekî neyînî lê bike.

Li gor reşbeleka qanûna nû, peymanên di pêş de yên ku wê bên îmzekirin û peymana Leoparê ya ku bi Tirkiyê re heye, wê betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin