Piştî binçavkirina İmamoğlu, banka Morgan Stanley ji ‘Borsa İstanbul’ê veqetiya

PeyamaKurd - Piştî binçavkirina şaredarê bajarê mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu, banka Morgan Stanley ji Borsa İstanbulê veqetiya. Ne tenha ev bûyer lê bi bûyerê re, borsa Îstenbolê ser û binê hev bû. Bihayê zêr, dolar û Euro bilind bû.
Ji ber bûyera binçavkirina İmamoğlu û hevalên wî, bihayê parên borsa Îstenbolê ketin. Banka veberhênanê ya navenda wê Amerîkaye, Morgan Stanley bi daxwaza xwe ji endamtiya Borsa İstanbulê vekişiya.
Şîrketa Borsa İstanbul A.Ş. îro an ku di 19ê Adarê de bi nivîskî ragihand ku banka Morgan Stanley ji endamtiyê vekişiyaye an ku îstîfa kiriye.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




