Rêjeya bazirganîya navbera Ermenistan-Kurdistanê bilind bû: Gihîşt 155 milyon dolaran
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Ermenîstanê Endarnaek Harutuinyan got, sala borî 80 milyon dolar danûstana bazirganî di navbera Iraq-Herêma Kurdistanê û Ermenîstanê de pêk hatiye, lê îsal ew rêje gihîştiye 155 milyon dolaran.
Konsulê giştî yê Ermenîstanê li Hewlêrê û nûnerê Wezareta Aborî ya Ermenîstanê û 6 kompanyayên Ermenîstanê îro 25ê Mijdarê serdana Odeya Bazirganiya Hewlêrê kirin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd bi daxuyaniyekê ragihand: ‘’Di hemû astan de peywendiyên bihêz di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de heye û peywendiyên bazirganî yên di navbera herdu aliyan pêşxistina wan jî berdewame. Em jî hewla bihêzkirina zêdetir a wan peywendiyan didin.’’
Hacî Seîd diyar kir, Ermenîstan ezmûnên wê yên baş di sektora çandinî û xurak de heye, em hêvîdar in hevkar bin di bingehkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de û veberhênana li sektorên çandiniyê de.
Konsulê Giştî yê Ermenîstanê Endarnaek Harutuinyan jî got: “Sala borî 80 milyon dolar danûstanên bazirganî di navbera Iraq û Ermenîstanê de hebû, ku beşek ji wê bazirganiyê jî li gel Herêma Kurdistanê ye pêk hatiye. Îsal danûstandina bazirganî gihîştiye 155 milyon dolaran û em kar dikin ji bo bilindkirina zêdetir a wê asta danûstandina bazirganiya di navbera herdu welatan de.’’
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.