PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Mistefa Hictî bi daxuyaniyeke lezgîn bang li hemû leşker û karmendên azadîxwaz ên li Îran û Kurdistanê kir ku ji bo parastina canê xwe û rawestîna li dijî zilmê, ji baregehên leşkerî dûr bikevin.
Hicrî di peyama xwe de bal kişand ser metirsiya êrîşan û daxwaz kir ku leşker dev ji wezîfeyên xwe berdin û vegerin nav malbatên xwe.
Hicrî destnîşan kir ku armanca pêşîn a vê bangê ewlehiya leşkeran bixwe ye û diyar kir ku di encama êrîşên ku tên çaverêkirin de, herî zêde karmendên li ser xetên pêş û baregehan di metirsiyê de ne. Ji ber vê yekê, vekişîna ji van xalên rejîmê wekî gava yekem a parastina jiyana wan e.
Ji bilî aliyê ewlehiyê Hicrî ev bangevazî wekî helwesteke mirovî û siyasî jî nîşan da û bang li leşkeran kir ku êdî nebin beşek ji "xetên zordar" ên rejîmê û bi vegera xwe ya nav gel, pişta sîstema serkutker lawaz bikin.