PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Îngîltere bangî balyozê Îranê yê Londrayê Seyîd Alî Mûsewî kir û 2 welatiyên Îranê xist lîsta givaşê. Sedem jî nîşan da ku her du welatiyên Îngîltere xebatên ku ewlehiya Îngîltere tehdîd dikin. Wezîrê Îngîltere Ed Miliband di mijarê de daxwuyaniyekî nivîskî da û tê de got:
“Şebekeyên sûc yên Îranê, grûbên wekîl yên bi desteka dewleta Îranê, di rêya xebatên xwe yên xerab de, dikin ku ewlehiya Îngîltere û hevkarên wê yên navdewletî bikevin xeterê û van kriyaran nayên qebûl kirin.
Îngîltere li ser axa xwe tehdîdan qebûl nake, me gelek caran vêya ji Îranê re gotiye. Me artêşa Îranê xist nav lîstê û 2 welatiyên Îranê ji ber xebatên wan yên xerab me givaşên giran danî ser wan.”