Tirkiyeyê bangî balyozê Îranê kir

Tirkiyeyê bangî balyozê Îranê kir

PeyamaKurd - Piştî krîza moşeka balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ber bi Tirkiyeyê ve, Enqereyê kanalên dîplomatîk xistin dewrê. Balyozê Îranê Hebibulahzade bangî Wezareta Karên Derve hat kirin û bertek û fikarên Tirkiyeyê yên derbarê bûyerê de bi awayekî fermî jê re hatin ragihandin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) îro 4ê Adarê ragihandibû ku moşeka balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ber bi qada asmanî ya Tirkiyeyê ve dihat, ji aliyê hêzên parastina asamanî û moşekî yên NATOyê yên li Rojhilatê Behra Spî ve hatiye îmhakirin.

Piştî vê bûyerê, Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan bi hevpîşeyê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re axivî û diyar kir ku divê ji her cure gavên ku dibin sedema belavbûna şer dûr bisekinin.