Şanda Kurdistanê li Bexdayê ye: Mûçeyên mehên 11 û 12 diyar dibin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Wezareta Darayî ya Iraqê û aliyên pêwendîdar îro 22yê Kanûnê dicivin.
Li gorî zanyariyan wê şanda Herêma Kurdistanê ya Wezareta Darayî ku ji rêvebirê giştî yê bûdçe û şêwirmendê Wezîrê Darayî pêk hatine gihîştiye Bexdayê û îro jî dest bi civînê dikin.
Hatiye diyarkirin ku, şanda Kurdistanê lîsta mûçeyên meha 12 jî biriye Bexdayê û hewl didin ku di nava çend demjimêrên pêş de çarenivîsa mûçeyên meha 11 û 12 diyar bikin.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.