Seroka IMF ê hisyarî da

Seroka IMF ê hisyarî da

PeyamaKurd – Seroka Fon a Dinyayê ya Navdewletî (IMF) Kristalina Georgieva ragihand ku bi sedema Kovid-19 ê rêya ku welatên dinyayê xwe pê rizgar bikin, rêyeka nezelal û bê rêk û pêke. Kovid-19 bû sedem ku di navdewletî de û hem di nav welatan de newekhevî zêdetir bibe.

Georgieva, di ahengeka ku ji aliyê Parlementoya Awrûpayê de hatibû lidarxistin axifî û got ku %90 welatên dinyayê, di sala 2020 an de aboriya wan biçûk û teng bûye. Lê bankên navendî û otorîteyên fînansê bi hevre xebatekî baş kirin û nehiştin halê welatan xerabtir bibe û Banka Navendî ya Awrûpayê (ECB) û Yekîtiya Awrûpayê bo şîrket û xelkê malan destekekî bi 3 trîlyon Ewroyê dane xelkê.

Georgieva ragihand ku di sala 2021 ê de bende ne ku aboriya kureyî %5,5 mezin bibe û aboriya YA yê li dora 4.2 mezin bibe. Georgieva got ku di YA yê de jî talûke heye û di sala borî de, di aboriyê de %6.4 tengbûnekî heye lê li welatên weka Îspanya, Yûnanistan û Îtalyayê bi sedema debara wan li ser tûrîzmê ye ev nisbet gihaye heya %9 ê.

Georgieva her weha got ku divê ev desteka bo şîrket ûmalan, heya pandemî têkhere dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin