Tirkiye I Bi milyonan welatî nikarin deynê bankeyan bidin

Tirkiye I Bi milyonan welatî nikarin deynê bankeyan bidin

PeyamaKurd - Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê eşkere kiriye ku sala derbasbûyî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara welatiyên ku nikarin deynên xwe yên bankeyan bidin 1.7 milyon zêde bûye û gihîştiye 4.1 milyon kesan.

Li gorî amarên Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê, sala 2021ê li gor sala 2020ê hejmara welatiyên ku nikarîne deynê xwe yê krediyê bidin û ji ber vê yekê hesabên wan ji aliyê bankeyan ve hatine şopandin û derbarê wan de proseyên yasayî hatine destpêkirin, milyonek û 704 hezar û 412 kes zêde bûye.

Hatiye diyarkirin ku ev hejmar di krîza aboriyê ya cîhanî ya sala 2009ê de li Tirkiyê tenê 1.5 milyon kes bûye. 

Li gor Saziya Şopandin û Sererastkirina Banekeyan ji 12ê Sibata 2022yan û şûnde deynê krediyê yê welatiyên Tirkiyê li gorî dahata giştî 993 milyar û 735 milyon lîreyên tirkî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin