Cîhan
'Erdogan sûcê ser kirine, divê bi vexwendina Koska Spî neyê xelatkirin'
PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî ji Partiya Demokratan Richard Blumenthal, ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve vexwendina Koşka Spî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî rexne kir û got, “Divê Trump kesekî ku tawanên şer kirine bi vexwendina Koşka Spî xelat neke.”
Senator Richard Blumenthal li ser twitterê wiha got: “Divê Trump kesekî ku tawanên şer kirine bi vexwendina Koşka Spî xelat neke. Israra Trump a xwarin û vexwarina danê şevê, tê wateya piştguhkirina êrîşkariya şokebar a dijî şirîkên me yên Kurd.”
Senatorên Amerîkî dixwazin li dijî Tirkiyê mueyîde bêne sepandin