Cîhan
Hewlên Siûdî li ser damezirandina hikûmeta Iraqê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku wezîrekî Erebistana Siûdî bi nûnerên Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî û Tevgera Muqteda Sedr re civîneke nepenî pêk aniye.
Li gor nûçeya malpera Erebî Cedîd ku dispêre çavkaniyekê çend roj berê li paytextê Urdunê li Emanê, hevdîtina nehênî ya Wezîrê Dewle yê Erebistana Siûdî yê karûbarên kendava Erebî Samir El-Nebihan û nûnerên Îbadî û Muqteda Sedr pêk hat.
Armanc ji wê civîna nehênî ew e ku hevpeymaniyek di navbera lîsta Nesr bi serokatiya Îbadî û lîsta Saîrûn bi serokatiya Sedr de pêk were dakû Îbadî posta serokwezîr bi dest bixe.
Li gor heman çavkaniyê armanca Siûdiyê ji piştgiriya Îbadî cîbicîkirina rêkeftinên Siûdiyê û Amerîka ku dixwaze bandora Îranê li ser Iraqê kêm bike.