TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê benderên petrolê girtin

Admin L
Nivîskar
📅 12 adar 2026 11:57

PeyamaKurd - Piştî teqîna yek ji du tankerên petrolê li Kendava Farisî, hikûmeta Iraqê benderên xwe yên petrolê demkî girt. Sî û yek kes hatin rizgarkirin û xebatên lêgerînê ji bo kesên wenda berdewam dikin.

Iraqê piştî teqîna yek ji du tankerên petrolê li Kendava Farisî, girtina benderên xwe yên petrolê ragihand.

Rêveberê Giştî yê Benderên Iraqê Ferhan Fartûsî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê INA re axivî û diyar kir ku li ser yek ji du tankerên petrolê teqînek çêbûye.

Fartûsî got ku 31 kes hatine rizgarkirin û xebatên lêgerînê ji bo dîtina kesên wenda berdewam dikin.

Wî diyar kir ku ji ber teqînê benderên petrolê hatine girtin, lê benderên bazirganî xebatên xwe didomînin. Wî destnîşan kir ku yek ji tankeran ala Maltayê li ser bû.

Heta niha nayê zanîn ku êrîş an teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Parve bike: