TR KU SO
FB X
Cîhan

Kanala Pasdarên Îranê teqînên li baregeha Malik El-Ester pistrast kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2022 20:56

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 2yê Tîrmehê hejmarek teqînên mezin li nav baregeha Malik Eşter a Pasdarên Îranê çêbûn ku dikev rojhilatê Tehranê.

Li gorî ragihandina kanala Pasdarên Îranê ya Telegramê, îro danê sibehê berbangê dengê çend teqînên bihêz li baregeha Malik El-Eşter a rojhilatê Tehranê hatiye bihîstin.

Herwiha dîmenên li ser medya civakî yên teqînê jî hatibûn belavkirin ku kanala pasdaran piştrast kir ku ew dîmen rast in.

Parve bike: