TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Stenbolê zirar dan gorên Ermenan

Admin H
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2026 15:30

PeyamaKurd - Di şeva 7ê Tîrmehê de li navçeya Uskudarê ya Stenbolê kesên nasnameya wan ne diyar êrişî Goristana Surp Garabet a Ermeniyan kirin.

Li gorî nûçeyan AGOSê di ser diwarên goristanê de kesek an hin kes ketine nava goristanê û êrşî goran kirine. Di encama êrişê de 6 gor û kaniyek zirar dîtin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hêj berdewam dike.

Parve bike: