Cîhan
Zelenskî sibê dê biçe Enqereyê
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî dê sibê 18ê Sibatê roja Sêşemê serdana Enqereya paytexa Tirkiyeyê bike.
Hat ragihandin ku Serokê Ûkraynayê dê bi Serokkomar Tirk, Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyeyê, di hevdîtinê dê hemû peywendiyên hevpar ên stratejîk ên Tirkiye û Ûkraynayê bên nirxandin û gavên xurtkirina ji bo hevkariya di navbera herdu welatan de bên avêtin dê bên nirxandin.
Her wiha hat diyarkirin ku di serdanê de dê li ser geşedanên dawî yên Ûkraynayê û mijarên din ên herêmî û cîhanî gotûbêj bên kirin.