Bi hinceta ku li ser formayê rêveberekî HDPyî Kurdistan dinivîse lêpirsîn vekirin
PeyamaKurd - Derbarê Hevserokê HDPê yê Bismilê Refai Baran ji ber ku di maça futbolê de tîşortek li xwe kiriye ku li serê ‘Kurdistan’ dinivîse, bi hinceta ‘propogandaya rêxistinê’ lêpirsîn dan destpêkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, li navçeya Bismilê ya Amedê rêveberên rêxitstina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bismilê û endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê ji xwe re bi topê leyîstin. Derbarê Hevserokê HDPê yê Bismilê Refai Baran ji ber ku di maça futbolê de tîşortek li xwe kiriye ku li ser ‘Kurdistan’ dinivîse bi hinceta ‘propogandaya rêxistinê’ lêpirsîn dan destpêkirin.
Baran 11ê Tîrmehê li ser hesabê Facebookê yê bi navê ‘Bismil Arena Hali Saha’ wêneyê maçê parve kir. Ji ber wî wêneyî derbarê wî doz hat vekirin. Baran di parastina xwe de got ku ev wêne ne sûc e. Herwerha Baranî amaje kir ku wêne ne li ser hesabê xwe yê şexsî parve kiriye, “Armanceke min a propogandayê tine ye. Eger wisa be min dê li ser hesabê xwe parve bikira. Peyva ‘Kurdistan’ê kul i ser tîşortê min dinivîse navê erdnîgariyekê ye ku di asta Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye qebûlkirin. Serokwezîrê Berê Binali Yildirim jî di serdana xwe ya Amedê hebûna Kurdistanê qebûl kiribû. Herweha Serokomar jî li parlementoyê hebûna Kurdistanê qebûl kiribû û wî yên ku Kurdistanê nas nakin bi cehaltê tawanbar kiribû.”