Îro PDK û YNK ji bo dabeskirina payeyan dicivin
PeyamaKurd - Şandeyên Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) îro dê li Silêmanîyê bicivin û gotûbêjê li ser dabeşkirina paye û erkên kabîneya nû bikin.
Biryar e îro (27.03.2019) şandeyên her du partîyan li binkeya polîtburoya YNKê ya li Silêmaniyê bicivin. Mijara serekî ya civînê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye û li gor zanyariyên berdest, PDK û YNK dê rêkeftina dawiyê li ser dabeşkirina payeyên hikûmetê bikin, ku ji hev jî pir nêzîkbûne.
Endamekî serkirdayetîya YNKê dîyar dike ku sedî heştê li hev kirine, tenê çend post mane ku bihên yekalîkirin.
Malpera fermî ya YNKê amaje bi wê yekê kir ku şandeya wan her du partiyan di civîna îro de, dê heman ew şandeyên civîna berî naha bin û şandeya YNKê dê ji alîyê Îmad Ehmed ve serokatîya wê bihê kirin.