Kurdistan
Li bajarê Ixdirê 2 mirî û 14 birîndar
PeyamaKurd-Li sanayiya bajarê Ixdirê li ciyê ku tupên xazê dihatin depokirin teqîn çêbû û di encamê de 2 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn. Di gelek dukkan û kargehan de xesarên mezin çêbûn.
Nehat ragihandin bê teqîn bo çi çêbûye lê piştî teqînê di kamyona ku tije tupên xazê bû teqiya û agir bi der û dorê ket. Piştî teqîn çêbû û agir bi der û dor ket alavên îtfaiyê, belediye û tîmên AFADê hatin şandin bo ciyê bûyerê. Kesekî bi navê Esat Bağcı û yekî ku hêj nasnameya wî diyar nîne mirin.
Birîndar ji aliyê ambûlansan ve hatin birin bo nexweşxaneya dewletê ya Ixdirê û yek ji wan hat şandin bo nexweşexaneya bajarê Qersê.
Li ser teqînê lêkolîna pêwendîdaran dewam dike.