Kurdistan
Riha | Otomobîl ket nav kanala avê: 3 xwisk û birayan can da
PeyamaKurd - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, otomobîla malbatekê wergeriya û 3 xwişk û birayên hev di qezayê de can dan.
Hat zanîn ku otomobîla ajovaniya wê Abdulazîz Bakişê 23 salî dikir, li navçeya Xelîliyê ya Rihayê nêzîkî Gundê Çaxizê wergeriya kanala avdanê.
Di qezayê de tevî şifêr, du xwişkên wî bi navên Sara (10 salî) û Zeynep Bakiş (7 salî) jiyana xwe ji dest dan.
Tîmên hawarçûnê termê 3 xwişk û birayan ji nav kanala avdaniyê derxist û ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî.
Mamê qurbaniyan Yasin Bakiş li cihê bûyerê gotiye: “Li vê derê înşeata wan hebû. Ji gund dihatin serdana karkeran dikirin. Dema bi otomobîlê tên li vê derê dikevin nav kanalê. Abdulaziz di ezmûna leşkeriyê de serkeftî bû. Biryar bû sibe here Ispartayê.”