“Êrîşên asmanî yên Tirkiye, Îsraîl û Rûsyayê nîşaneya serdemeke nû ye”

“Êrîşên asmanî yên Tirkiye, Îsraîl û Rûsyayê nîşaneya serdemeke nû ye”

PeyamaKurd - Rojnameya The Guardian a Brîtanî, êrîşên asmanî yên ser hev ên vê dawiyê ku ji aliyê Tirkiye, Rûsya û Îsraîlê ve li nav erda Sûriyê têne kirin, bi analîzekê nirxand.

Rojnameya The Guardian ji bo wan êrîşan, şîroveya; "Şerê Sûriyê ne tenê şerekî Sûriyan û îzoleya bo nakokiyan e” kir.

The Guardian nivîsandiye ku êrîşên asmanî yên vê dawiyê ku ji aliyê Îsraîl, Tirkiye û Rûsyayê ve pêk tên, ‘Nîşaneya serdemeke nû ya şerê Sûriyeyê ye’.

Di analîzê de tê gotin ku di şerê Sûriyê de, rola berjewendiyên hêzên cuda heye û li ser nakokiyên li herêmê hatiye diyarkirin, “Ev ne tenê meseleyeke îzole ya Sûriyan eleqedar dike ye, lê bi giştî jî ev yek tê jibîrkirin”.

‘Potansîyela ku şer li sê eniyan gur bibe heye”

Di analîza ku Martin Chulov nivîsîye de, tê bibîrxistin ku di nav çend rojên dawî de, ji aliyê hêzên asmanî yên hersê welatan, heta dirêjahiya çolterên rojhilat ên peravên Sûriyê yên Behra Spî êrîş hatine kirin.

 “Tirkiye, Îsraîl û Rûsya di çend rojên dawî de, êrîşên asmanî pêk anîn. Ev rewşa di şerê 10 sal in berdewam dike de derketiye holê, piştrast dike ku ji ber nakokiyên hatine ser hev, potansiyela herî kêm li sê herêman şer gur bibe bi xwe re bîne.”

'Ev ne dawî ye, serdemeke nû ye’

Di nivîsê de xalên balê dikişînin wiha ne:

“Ji bo gelek kesên şahidiya destpêka serhildanên dijî Esed ên sala 2011an kirine, ev rewşeke ku dawiyê îşaret dike ye, lê ji bo aliyên îhtilafê jî wekî serdemeke nû tê dîtin.

“Tirkiye piştgiriyeke aktîf dide komên muxalîf. Rûsya jî ji bo Esed li meydanê bi bedelên giran serkeftinê bi dest bixe piştgiriyê dide. Ya ku ji destpêkê ve hewl dide Îranê li nav Sûriyê bêbandor bike jî Îsraîl e."

Herwiha li demeke ku bala her kesî li ser şerê Ukraynayê ye, şerê Sûriyê yê bidawî nehatiye jî di wê herêma kêşebar de, li ber karê ku neqediyaye her ku diçe dibe astengeke mezin.

Gelek welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyeyê dimînin jî behsa keşûhewaya tirsandinê ya li hemberî wan dikin. Rayedarekî ji rojnameyê re gotiye, “Em niha çi pêwîst be dikin. Êdî dem hatiye ev şer bidawî bibe”.

“Xeteriya ku bibe îhtilafeke jibîrbûyî heye”

Dîrektora Navenda Lêkolînên Ramyarî Chatham House yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Lina Xetîb dibêje: “Xeteriya ku şerê Sûriyê bibe îhtilafeke jibîrbûyî heye. Lê belê êrîşên asmanî yên berdewam ên Tirkiye, Rûsya û Îsraîlê, nîşan dide ku berjewendiyên wan ên herêmî hene. Ev hersê hêz jî ji bo nifuza (serweriya) xwe qayîm bikin, muxalîfên xwe hedef digirin.”

Xetîb wiha didomîne: “Ev rewşa han nîşan dide, ji ber îhtilaf û nakokiyên îzole yên Sûriyê, ev şerê navxweyî ne tenê yê aliyên Sûriyeyê ye.”

 “Berjewendiyên herêmî û navdewletî her tim [li Sûriyê] rol leyîstin û mebesta bombardimanên dubare yên Tirk, Rûs û Îsraîlê jî parastina wan berjewendiyan e.”


The Guardian | Martin Chulov

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd