New Arab: Piştevaniya Amerîka ji serdema Obama ve ji bo hêzên Kurd berdewam e

New Arab: Piştevaniya Amerîka ji serdema Obama ve ji bo hêzên Kurd berdewam e

PeyamaKurd – Weşana The New Arab a navenda wê li Brîtanyayê ye, li ser geşedanên dawî yên û pêwendiyên navbera Tirkiye-Amerîka û bandora wan têkiliyan li ser herêmê û cîhanê analîzek belav kir.

Di analîzê de hatiye destnîşankirin ku xerabûna pêwendiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê bingeha xwe ji serdema Seroktiya Barack Obama distîne ku Obama dest bi piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Sûriyê kir û hîn jî ew piştgirî berdewam dike.

Herwiha paşxistina hevdîtina plankirî ya Erdogan û Biden jî bi wê mijarê ve tê girêdan ku Amerîka hê jî di piştevaniya hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê rijd e.

The New Arab de hatiye diyarkirin ku sererastkirina pêwendiyên herdu welatan bi taybat ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin e ku tê xwestina valahiya di pîşesaziya leşkerî ya Tirkiyê de bê dagirtin.

Rageşiya navbera Amerîka û Tirkiyê ne veşarî ye

Dihat pêşbînîkirin ku di serê meha Gulanê de, Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Washingtonê bicin, lê hevdîtin bêyî beyaneke fermî ya herdu aliyan hate paşxistin û dîrokeke nû jî nehate eşkerekirin.

Ev biryar di demeke wiha de hatiye wergirtin ku nêrînên cuda li ser Xeze û Îsraîlê di navbera herdu welatan de hene û diyar e Enqereyê fikiriye ku wê ev hevdîtin li navxweya Tirkiyê baş neyê pêşwazîkirin.

Tê bibîrxistin ku ji destpêka serdema Biden ve navbera Tirkiye û Amerîkayê nexweş e û Biden piştî serkeftina hilbijartinên seroktiya Tirkiyê bi sê mehan bi telefonê pêwendî bi Erdogan re kiriye.

Pirgirêkên navbera Amerîka û Tirkiyê digihin heta serdema Obama û bingeha wê jî polîtîkaya Amerîka ya bo Sûriyê ye.

Di 2014an de çi bûbû?

Dema rêxistina DAIŞê derkete pêş Obama pêşî ne dilxwaz bû li Sûriyê bikeve tevgerê, lê dema rêveberiya Amerîkayê neçar ma jî biryar da ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çek bike.

Ev mijar dibe ku bûye sedema sereke ya pirsgirêkên navbera têkiliyên Amerîka-Tirkiyê ku Tirkiye YPG weke rêxistineke terorî dibîne.

Piştî ku Obama sala 2017an ji seroktiyê veqetiye, piştî wî Donald Trump û Joe Biden jî ew polîtîka berdewam kir.

Lê belê digel vê jî pêwendiyên siyasî yên bi Tirkiyê re tevî hemû zehmetiyan berdewam kirin.

Di demên dawî de pirsgirêkên Amerîka-Tirkiyî gihîştin lutkeyê

Di mehên dawî de xuya dikir ku pirsgirêkên navbera Amerîka û Tirkiyê gihîştine lutkeyê. Di meha Adarê de, berpirsên bilind ên herdu welatan civiyan û Blinken Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Washingtonê pêşwazî kir.

Di meha Çileyê de Kongreya Amerîkayê firotina F-16an a bi 20 milyar dolaran bo Tirkiyê pesend kir. Piştî demeke kurt jî Enqereyê vetoya ser endamtiya NATO ya Swêdê rakir.

Herwiha ji bo dahatuya NATOyê lihevkirineke giştî heye. Her du welat jî dixwazin di pîrozkirina 75 saliya NATOyê ya îsal li Washingtonê birêve diçe de, lutkeyeke serkeftî pêk bînin.

Ji ber vê sedemê jî divê ji paşxistina hevdîtina Erdogan-Biden şaş nemînin.

Tirkiye dikare valahiya pîşesaziya leşkerî tije bike

Li gorî The New Arabê aliyekî din ê hevkariya navbera herdu welatan jî hilberîna pîşesaziya leşkerî ye. Erdogan di salên dawî de pêşengiya pêşxistina pîşesaziya leşkerî ya welatê xwe kiriye.

Di demeke ku alîkariyên bo Ukraynayê zorê dide sînorên kapasîteya pîşesaziya leşkerî ya welatên rojava de, dibe ku Tirkiye di dagirtina vê valahiyê de roleke girîng bilîze.

Ev nivîs 103742 car hatiye xwendin.