Diyar e ku wê Lahor Cengî serê YNKê biêşîne!

Diyar e ku wê Lahor Cengî serê YNKê biêşîne!
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî Talebanî, piştî ku sê sal berê ji YNKê hate dûrxistin, xwe ji bo hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê amade dike. Cengî ji bo hilbijartinan xebateke xurt daye destpêkirin û heta li Herêma Kurdistanê destûra avakirina partiyeke siyasî jî wergirtiye.

Tê gotin ku li paytext Hewlêr erdekî Cengî yên 5 donuman heye û ji bo avakirina navenda partiya xwe ew erd û xaniyek jî kiriye ku dixwaze li Hewlêr û Duhokê bandora xwe li ser hilbijêran nîşan bide.

Lahor Cengî peyamek jî belav kiriye û bang li alîgirên xwe kiriye ji bo hilbijartinan amade bin.

Ji Lahor banga diyarkirina dîroka hilbijartinan

Lahor Cengî, di peyama xwe ya ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê belav kiriye de wiha dibêje:

"Em ji hilbijartinên bê re amade ne û em ê pêşengiya guherînê bikin. Em niha di serdemeke qeyranê  ya hesas de ne ku nediyariya îdarî heye. Ji bo pêşeroja Kurdistanê ev pêvajo gelekî girîng e.”

Cengî herwiha ji alîgirên xwe daxwaz kir ku bi hêviyên mezin xwe amade bikin.

Cengî ev peyam da: “Hilbijartinên ku nêzîk dibin, ne tenê ji bo Iraq û herêmê di asta navnetewî de jî gelekî girîng in. Bi vê mebestê jî bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim di demeke herî zû de ji bo diyarkirina roja hilbijartinan bicive. Em ji bo destpêkeke nû bang li her kesî û hemû beşên civakê û kêmîneyan dikin.”