PeyamaKurd - Rêveberê tenduristiya giştî yê parêzgeha Helebceyê Aza Mistefa ragihand, ti tûşbêyên vîrusa koronaya nû Covid-19 li nav sînorê parêzgehê nema ye.
Rêveberê giştî yê tenduristiya parêzgeha Helebçê Aza Mistefa îro 26ê Nîsanê ragihand, şeva borî 3 testên din ên Covid-19 li ser nexweşên li Helebceyê hatine kirin.
Aza Mistefa got, encamên testan negatîf derketine û diyar bû bi temamî baş bûne û ew îro şandine malên wan.
Li gorî daxuyaniya Aza Mistefa piştî başbûna wan kesan ti kesekî tûşbûyê vîrusa korona li Helebceyê nemaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin