PeyamaKurd – Hikûmeta Fransayê biryar da ku ji 9ê Hezîranê pê de deriyên xwe ji hemû hemwelatiyên Yekîtiya Ewropayê re veke.
Li gorî biryarê welatiyên ewropî yên testa wan a PCR a koronayê negatîf be û herdu dozên derziyên koronayê yên Pfizer/BioNTech, AstraZeneca, Moderna û Johnson&Johnson li xwe dabin dikarin bi serbestî biçin Fransayê.
Herwiha hatiye diyarkirin ku heman tişt ji bo welatiyên Îsraîl, Awusturalya û Japonyayê jî derbas dibe, lê ji bo Tirkiye çend welatên din ew biryar derbas nabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin