ANALÎZ | Berdana girtiyên DAIŞê ji aliyê HSDê ve Iraq xistiye fikaran

ANALÎZ | Berdana girtiyên DAIŞê ji aliyê HSDê ve Iraq xistiye fikaran

PeyamaKurd – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di hefteyên borî de li ser daxwaza eşîrên ereb ên li Rojavayê Kurdistanê efû derxist û bi qasî Hezar 500 girtiyên DAIŞê ji girtîgehan berdan, hêzên Iraqê nîgeran bûne.

DAIŞîyên hatine berdan bi dizî derbasî Iraqê dibin

Li gorî zanyariyan piraniya kesên hatine berdan ji Iraqê ne û niha bi her awayekî dizî dikevin nav erdên Iraqê.

Hêzên Iraqê ketine fikaran ku wê ew kesên hatine berdan li nav Iraqê bi rêxistina DAIŞê re cardin bikevin nav pêwendiyê û dest bi êrîşan bikin.

Metirsîya ku êrîşên çekdarên DAIŞê zêde bibin heye

Ev yek jî di demeke ku aliyên siyasî yên Iraqê daxwaza vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê dikin pêk tê ku metirsiyeke mezin li dahatûya Iraqê çêdibe.

Li aliyekî raporên ku DAIŞ li Iraq û Sûriyê ji nû ve zindî û çalak dibe têne belavkirin û li çolterên Sûriyê jî rojane êrîşên çekdarên DAIŞê berdewam dikin.

Iraq: Em amade ne rûbirûyî terorîstan bibin

Li ser ji nû ve vejîna DAIŞê li Iraqê û hatina endamên wê ji Sûriyeyê bo nav Iraqê, Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê Ebdulkerîm Ebûd dibêje, “Me hemû amadekarî kirine û eger pêwîst be, bi fermana serokwezîr ji bo parastina welat ji metirsiya DAIŞê, amade ne li derve û li nav axa Sûriyeyê rûbirûyî komên terorîstan bibin.”

‘DAIŞ weke berê nikare bihêz bibe’

Pisporê ewlehiyê Mexlid Hazim Derb jî dide zanîn: “Zehmet e ku DAIŞ bi hêza xwe ya berî 2017an, li Iraqê ji nû ve derkeve holê. Niha DAIŞ lawaz bûye û bêhtir xwe dispêre komên û şaneyên razayî.”

‘Wê azadkirina girtiyên DAIŞê bibe sedema nakokiyan li herêmê’

Şîrovekarê siyasî Ayad Enaz jî destnîşan dike: “Azadkirina endamên DAIŞê ji aliyê HSDê ve dê nakokiyên siyasî û leşkerî li herêmê çêbike, ji ber ku ji destpêka sala 2024an de êrîşên DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Dêrazorê li gorî sala 2023yan ji sedî 250 zêde bûne.”

Wê bibin sedema vejîna DAIŞê li Iraqê

Herqiha Enaz dide zanîn, “Li Iraqê jî wisa ye. Ji ber vê yekê azadkirina hejmareke mezin a DAIŞê li Sûriyeyê, dê bibe sedema vejîna wê rêxistinê û ew dikarin dîsa aramî û ewlehiya herêmê têk bidin.”