Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Hezîranê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Siddiq û şanda pê re kir.
Di hevdîtinekê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Baregeha Barzanî ragihad ku her du aliyan di hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser pêşveçûn û guhertinên dawî yên deverê axivîn û herwiha bal kişandin ser peywendî û hevahengiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya Federal de û çareserkirina kêşe û astengên li pêşiya peywendiyên her du aliyan.
Peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de û pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî mijarên beşeke din a hevdîtinê bûn.