PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 24ê Gulanê roja Sêşemê, li bajarê Îsfehanê balafireke şer a F7 a hêzên Îranê, ket û herdu pîlotên balafirê mirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Cîgirê Siyasî, Ewlehî û Civakî yê parêzgarê Îsfehanê Mihemedreza Cannisarî ragihandiye ku “Roja Sêşemê Balafira şerker a cûrye F7 li derdora herêma Enarek a girêdayî bajarê Nayînê ketiye xwar”.
Hat diyarkirin ku herdu pîlotên balafirê ên bi navên Sergurd Qasim Zemanî û Mihemedcewad Bay dema ketina balafirên can dane.
Derbarê sedema ketina balafirê de ti zanyarî nehatine belavkirin, lê hatiye gotin ku ew balafira şer li demjmêr 8:30yê sibeha îro dema perwerdehiya bombekirinê ketiye xwar.
Hêjayî gotinê ye, balafirên Îranê yên 45 sal berê ne û ji ber dorpêçan jî nikare balafirên xwe nûjen bike û gelek caran ji ber pirsgirêkên teknîkî dikevin xwarê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin