Ji Rêxistina NY FAOyê hişyariya şerê Îranê: Ewlehiya xwarinê di metirsiyê de ye

Ji Rêxistina NY FAOyê hişyariya şerê Îranê: Ewlehiya xwarinê di metirsiyê de ye

PeyamaKurd - Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hişyarî da ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û rageşiya bi Îranê re, bihayê xurekên bingehîn li seranserê cîhanê zêde bûye.

Li gorî rapora dawî ya FAOyê, pîvera bihayê xwarinê di meha adarê de ji sedî 2,4 bilind bûye ku ev duyemîn car e li pey hev zêde dibe. Sedema sereke ya vê krîzê, girtina Tengava Hurmizê û bilindbûna lêçûnên enerjî û zibil e; ji ber ku beriya şer ji sedî 20ê petrolê û ji sedî 30ê gubreya cîhanê di vê tengavê re dihat hinartin.

Girtina Tengava Hurmizê û krîza rûnê xurmeyan

Piştî êrîşên 28ê sibatê û girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, bihayê gubreyê ji sedî 30 û bihayê rûnên riwekan ji sedî 5,1 bilind bûye. Bi taybetî rûnê xurmeyan (palm oil) ji sala 2022yan û vir ve gihiştiye asta herî bilind. Ev rûn ne tenê ji bo xwarinê, lê ji bo çêkirina mazota biyolojîk jî tê bikaranîn û ji ber daxwaza zêde ya li ser sotemeniyê, bihayê wê hîn zêdetir giran dibe. Ev rewş rasterast bandorê li zincîra dabînkirinê dike û dibe sedema nediyariyeke mezin di bazara genim û garis de.

Aborînasê FAOyê: Heke şer dirêj bibe wê karesata mirovî çêbe

Aborînasê Sereke yê FAOyê Maximo Torero hişyarî da ku heta niha ji ber hebûna dexl û danê di depoyan de bandor hinekî sînordar mane, lê eger şer ji 40 rojî zêdetir bajo, dê karesateke çandiniyê rû bide.

Torero diyar kir ku eger bihayê zibil bilind bimîne, cotkar dê neçar bibin ku yan kêmtir biçînin yan jî cureyên berhemên xwe biguherin. Ev yek ne tenê ji bo îsal, lê ji bo dabînkirina xwarinê ya sala bê jî gefeke mezin e û dibe ku asoya ewlehiya xwarinê ya cîhanî bi temamî xira bike.