Erdogan û Herzog pêwendiyeke telefonê pêk anîn

Erdogan û Herzog pêwendiyeke telefonê pêk anîn

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, îro 19ê Hezîranê roja Yekşemê bi riya telefonê axivîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê derbarê pêwendiya telefonê ya Erdogan û Herzog de daxuyanî da.

Hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonê de her du serokan mijara ewlehiyê de tê de pêwendiyên duqolî û mijarên herêmî gotûbêj kirin.

Hat gotin ku Erdogan û Herzog ji bo mijarên herêmî, aştî û îstiqrara herêmê li hev kirin ku di nav dîyalogê de bimînin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Herzog ji ber hewlên Tirkiyê yên têkoşîna dijî terorê spasiya Erdogan kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê bi sedema ku tîmeke sûîqestê ya Îranê li Tirkiyê ketiye pey welatiyên Îsraîlê di çend rojên dawî de hişyariyên ewlekariyê dide û di demeke wiha jî Herzog û Erdogan jî pêwendî dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin