Dest danîn ser telefonên malbatên şehîdên Pêşmerge û wêneyên Xaminey belav kirin

Dest danîn ser telefonên malbatên şehîdên Pêşmerge û wêneyên Xaminey belav kirin

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a "Kurdpa"yê ragihand ku piştî çar rojan ji şehîdbûna şeş pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ/HDKÎ) di şer û pevçûnên ligel hêzên Supaya Pasdaran de, saziyên ewlehiyê yên rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê zextên derûnî û ewlehiyê li ser malbatên şehîdan zêde kirine.

Rpja 4ê Tîrmehê hejmarek ji endamên malbatên van şehîdan ji bo Îdareya Îtîlaata Pîranşarê hatine gazîkirin. Hêzên ewlehiyê ligel bêrêzî û gefxwarinê, bi zorê û bi zextê dest danîne ser telefonên wan û şîfreyên wan standine daku wêneya Rêberê Îranê Elî Xamneyî di hesabên wan ên torên civakî de belav bikin.

Piştî ku malbatan red kir ku daxwazên îtîlaatê bînin cih, hêzên ewlehiyê bi zorê dest danîne ser yelefonên endamekî malbata şehîd "Ferdîn Çengîzî" ku li ser Înstagramê çalak e. Hêzên rejîmê wêneya Xamneyî di storiya hesabê wî de belav kirine û telefon û hesabê wî hîn jî di destê saziyên ewlehiyê de ne.

Ev hewldan wekî şerekî derûnî û hewldana şikandina îradeya malbatên şehîdên Pêşmerge û çêkirina propagandayeke sexte li ser torên civakî tê nirxandin.

Şeş Pêşmergeyên Şehîd bûn

Demek berê di encama êrîş û pevçûneke giran a ligel hêzên Supaya Pasdaran de, şeş pêşmergeyên Partiya Demokrat şehîd bûbûn.

Navên wan şehîdan ev in:

1. Karoman Hormozyarî

2. Ferdîn Çengîzî

3. Mihemmed Xakî

4. Ebdullah Mihemmedpûr

5. Tiwana Osmanî

6. Mihemmedemîn Bayezîdî