El Ereb: Tirkiye bi quretî û pozbilindî xwe têkilî erda erebî dike...

El Ereb: Tirkiye bi quretî û pozbilindî xwe têkilî erda erebî dike...

PeyamaKurd – Rojnameyê El Ereb di analîzeke xwe ya piştî Konferansa Berlînê ya bo Libyayê de, bal kişand ser destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê.

El Ereb bal kişand ser daxuyaniyên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Libyayê Xessan Selama û da xuyakirin, heger naveroka daxuyaniya nûnerê navdewletî bo Lîbyayê Xessan Selama rast be ku wî piştrast kiriye ku Tirkiyê 2 hezar çekdarên Sûrî bi rê kirine Lîbyayê da li aliyên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa Lîbyayê ya bi fermandariya Xelîfe Hefter şer bikin, ev rewşeke pir metirsîdar e ku rê li ber cezakirina Tirkiyê jî vedike.

Rojname dibêje, “Eger ev rast be, mijar pir girîng û metirsîdar e, bi taybet ji bo dewletên cîran ên mînaTûnis û Cezaîrê, herwiha dê li dijî çareseriyê jî bibe astengiyeke mezin.”

El Ereb diyar dike, “Tirkiye bi quretî û pozbilindî xwe têkilî erdnîgariya Ereban dike, ji Iraqê bigire ta bi Sûriyê û Lîbyayê. Rewakirina desatwerdana leşkerî ya Tirkiyê bi navê parastina hikûmeta rewa, ne li gorî siyasetên Tirkiyê yên li herêma rojhilata erebî ye.”

Herwiha tê gotin, Tirkiye ku artêşa xwe bi rê dike da ku "hikûmeta rewa" biparêze, heman Tirkiye bi çek û cebilxane û milîsan destwerdana Sûriyê kiriye û hikûmeta rewa ya wê deverê binpê kiriye.

Di berdewama analîza El Ereb de tê diyar kirin, “Bêguman ne tenê Tirkiyê li erdnîgariya Ereban bi navê parastina statuyên rewa, berjewendiyên  xwe yên  stratejîk diparêze. Herwiha bêguman ne tenê Tirkiyê piştgiriya çeteyan dike, wan diparêze û wan dike ardûyê şer. Lê ya rastî tenê Tirkiye artêşên alîgirên xwe ava dike û wan ji eniyekê dibe eniyeke din, ji paytextekê dibe ya din, li gorî fermanên Erdogan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin