PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Rafîdeynê û hejmarek kesayetên akademîsyen kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku îro duşemê 04.11.2019 Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn ligel şandeke Navenda Diyaloga Rafîdeyn ku ji hejmarek kesayetiyên akademî û çandî ya Iraqî pêkhatibû re civiya.
Li vê kombûnê da ku bi mebesta raguhertina di derbarê xwepêşandanên hemwelatiyan û rewşa siyasiya Iraqê û paşaroja proseya siyasî hatibû sazkirin, di destpêkê de şanda mîhvan ji bilî spasî derbirîna rexsandina derfeta vê hevdîtinê, raman û têbiniyên xwe yên di derbarê rewşê de xistinrû û plana Navenda Diyaloga Rafîdeyn ya ji bo lêkolîna rewşa niha û xistinerûya pêşniyarên yê ji bo hengavên pêwîstên çareseriyê, ji bo Serok Barzanî şîrove kirin û paşê jî daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku berçavrûniyên pêwîst bide wan.
Serok Barzanî ji bilî derbirîna piştevaniya daxwaziyên rewayên xelkê, zelal kir ku xelk mafê xwe yê daxwaza jiyaneke bextewer û serbilindane bike û ev rewşa bûye sedema nerazîbûna xelkê siyaseta şaş ya salên derbasbûyî ye û nabe berpirsiyariya wê bi tenê bixin stûyê Serokwezîrê niha û kabîna wî û xelkekî ku ew bi xwe hokarê kêmasî û şikestên salên derbasbûyî bûn niha sûwarê lehiya nerazîbûna xelkê bin.
Serok Barzanî herwiha balkişand ser dîroka gelê Kurdistanê ya ligel dewleta Iraqê û êş û qurbanîdana Kurdistanê û wê yekê xisterû ku dewleta Iraqê li ser bingeha hevbeşî û şirîketiya Kurd û Ereb û ber çavgirtina mafên pêkhatên din hate damezrandin, lê belê beşa gelê Kurdistanê ji wê hevbeşiyê wêrankirina 4500 gundan û sed û heştê du hezar kesên enfalkirî û bêserûşûnbûna donzdeh hezar xortên Feylî û heşt hezar Barzanî û kîmyabarankirina Kurdistanê bû.
“Li gel wan hemûyan de jî bi navê vekirina rûpeleke nû li gel dewleta Iraqê gelê Kurdistanê destên xwe ji bo tolhildanê nebir, belkû bi berevajî ve, serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê bi nav nivîsîna destûrekî hemdem û pêkanîna Iraqekî demokrat û federal ku têda mafên hemû aliyek parastî û cîgîr bê, hewleke zêde da. Lê belê mixabin bi sedema baladestiya çanda gef û bi pêvek dîtina Kurd û binpêkirina hevbeşiyê, ketin dijayetiya gelê me û destûr hate binpêkirin û kar gihîşte tolhildanê û kûrtirbûna tayîfegerî û abluqedanîna Pêşmerge û birîna bûdce û leşkerkêşî û plangêrana ji bo ji navbirina Herêma Kurdistanê.”
Serok Barzanî got ku eger destûra niha ya Iraqê wekî xwe bihata bicihkirin, zêdetirê kêşeyan rû nedidan û mafên hemwelatiyan dihate parastin. Lê belê di encama piştgûh xistina destûr û hewldana ji bo takrewî û xwesepandinê Iraq gihîştiye vê rewşê û çareserkirina wê jî pêwîstî bi nehiştina hokaran heye.
Serok Barzanî zelal kir ku guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexda berev çareseriya kêşeyan de hengavên baş avêtine û berdewamin jî. Serok Barzanî bi eşkere jî bi şanda mêhvan ragihand ku ew daxwaziyên bi navê xwepêşanderan ji bo guherîna sîstema hukim û destkarîkirina destûrê dixine rû, heta wê radeyê rewa û qebulkirîne ku dijî mafên destûrî û şeriyên gelê Kurdistanê nebin û bingehên demokrasiyê, tewafuq û pêkvejiyana hemû pêkhatan biparêzê.
Serok Barzanî herwiha pêşwaziyê li armancên navenda diyalog û raguherînê û pêşniyarkirina çareseriya guncav ji bo kêşeyan kir û bi hengavekî gelek baş ya ji bo hevdu têgihîştin û gihîştina bi encama bi sûd da zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin