PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca ku pêşiya siyaseta xştişmanfdî vekin bang li partiyan û terefan kirin. Banga serok Barzanî ji aliyê partiyên siyasî de bi xweşî hat qebûl kirin. Barzanî xwest piştî cejnê civîn pêk were.
Banga Mesûd Barzanî ji terefên temamê partiyan de bi xweşî hat qebûl kirin. Partî xwestin parlemento çalak bibe û ji bo avakirina hukumeta nûh behsa girîngiya diyalogê kirin.
Serok Barzanî di peyama xwe ya cejna Qurbanê de bang kiribû ku partî dijberiyên navbera xwe deynin aliyekî û piştî cejnê werin cem hev. Li ser mijarê an ku banga serok Barzanî partî ragihandinan kirin.
Pola Talabanî: YNK ji bo diyalogê her wext amade ye.
Yekgirtû: Ji bo Kurd destkeftiyên xwe birparêzin, divê nîzama nav mala xwe rast bikin.
Komele û Helwest: Parlemento ji bo me berya her tiştiye.