Serok Barzanî: Rêya çareseriya pirsa Kurd aştî û dîyalog e

Serok Barzanî: Rêya çareseriya pirsa Kurd aştî û dîyalog e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Tebaxê pêşwazî li parlamenterê Almanî yê Kurd Serdar Yuksel kir. Serok Barzanî bi germî xêrhatina Yuksel kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ciwanekî Kurd kariye wekî siyasetmedarekî serkeftî di navendên biryardanê û parlamentoya welatekî mîna Almanyayê de bibe xwedî rol.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî destxweşî li hewildan û xebatên Serdar Yuksel kir, bi taybetî ji bo parastina mafên penaberan û piştevaniya doza Kurd li Ewropayê. Herwiha Serok Barzanî bal kişand ser bingeh û prensîbên xebata rizgarixwaz a gelê Kurdistanê û destnîşan kir: "Divê pirsa Kurd li Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane, diyalog û bi awayekî serdemiyane were çareserkirin."

Ji aliyê xwe ve, parlamenterê Almanî Serdar Yuksel pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata azadîxwaziya Kurdistanê û şerê li dijî terorê de nîşan dan. Yuksel bal kişand ser giringiya piştevaniya doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku li Almanya û gelek welatên cîhanê, dost û alîgirên mafên gelê Kurdistanê hene.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Yuksel ezmûna Herêma Kurdistanê wekî ezmûneke hêja û biqedir binav kir û got ku divê ev qeware were parastin û piştgirîkirin. Herwiha wî pesna xebatên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da ku di alîkarîkirina aware û penaberan de roleke berbiçav dilîze.

Heriwha geşedanên dawî yên siyasî li navçeyê, gefên terorê û hevkariyên navneteweyî mijarên din hevdîtinê bûn.