PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îtalya û Vatîkanê de, îro 13ê Nîsanê piştî hevdîtina ligel Papa Francis, bi Serokê Senatoya Îtalyayê û Serokwezîrê Vatîkanê re civiya. Di hevdîtinan de, piştevaniya Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhateyan û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî, li Romayê, di hevdîtina ligel Serokê Senatoya Îtalyayê Ignazio La Russa de, spasiya alîkarî û piştevaniya Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û rûbirûbûna terorîstan de kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Senatoya Îtalyayê, ji aliyê xwe ve, li ser navê welatê xwe spasiya Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de kir û got: “Em spasiya we dikin ku hûn li şûna cihanê di çeperên pêşiyê yên şerê dijî terorê da bûn.” La Russa têkiliyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi girîng wesif kir.
Nêçîrvan Barzanî, îro 13ê Nîsanê li Vatîkanê ligel Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin jî civiya û di hevdîtinê de, rewşa Iraqê bi giştî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî mesîhiyan û navçeyên wan hatin gotûbêj kirin û tekezî li ser hewlên mayîna mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Serokwezîrê Vatîkanê rola Nêçîrvan Barzanî û hewlên wî yên ji bo komkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkên Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û hemû piştevaniya Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Herwiha vekirina Zanîngeha Katolîk li Herêma Kurdistanê û hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zanîngehê û berfirehkirin wê, serdana xwe ya parsal ya serketî ya bo Hewlêrê û rewşa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê bi dilxweşker wesif kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, got ku Herêma Kurdistanê dixwaze mesîhî li welatê xwe bimînin û hemû amadeyî û hêsankarî ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin nîşan da. Herwiha daxwaz ji Vatîkanê jî kir ku piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bike ji bo bicihkirina pirojeyên avadankirinê li navçeyên mesîhiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin