Herêma Kurdistanê: DNO bîrên neftê yên nû dikole

Herêma Kurdistanê: DNO bîrên neftê yên nû dikole

Peyama Kurd - Kompaniya Norwêcî DNOyê ku yek ji mezintirîn kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê hilberîna neftê dike ragihand ku wan li Herêma Kurdistanê potansîyela hilberîna neftê zêde kirî ye. DNOyê diyar kir ku kompanyayê plansazîya xwe kirîye ku li Herêma Kurdistanê bîreka din a neftê bikole.

Birêveberê Bicihanînê yê Kompanya DNOyê ya Neftê Bîjen Rehmanî di ragehandinekê e eşkere kir ku DNOyê li zeviya neftê ya Tawkê ya Herêma Kurdistanê rêjeya hilberîna neftê zêde kiriye û bi demê re wê ev zêdekirin bidome.

Rehmanî diyar kir ku niha ji alî DNOyê ve rojane nêzîkî 90 hezar bermîl neft tê hilberandin û got ku ji bo rêjeya hilberînê zêde bibe xebatên wan bê navber didome.

Bîjen Rehmanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew li Herêma Kurdistanê, li ser berfirehkirina karê xwe yê bazirganî pabend in.

Rehmanî her wiha da zanîn ku di plansazîya DNOyê ya 2014an de li Başîkê kolandina bîreka din a neftê heye.

Kompaniya DNOyê ya Norwêcî li çend zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê yên wek Tawkê û Pêşxabûrê karê hilberîna neftê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin