PeyamaKurd- 343 karkerên Tirkiye ku li welatê Kuweytê dixebitîn, dageriyan Tirkiyê. Karker bi balafirê hatin balafirgeha bajarên Ordu û Giresûnê, li balafirgehê kontrola wan ya tenduristiyê hat kirin û ji wan 132 kes bi otobusan birin yûrdên Ortahisarê bo karantînayê. Wê 14 roj li wê derê di karantînayê de bimînin.
Karkerên mayî jî wê heya 14 rojan di bin kontrolê de bimînin û eger vîrus di wan de tesbît nebe, wê wan bo memleketên wan serbest berdin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin