PeyamaKurd – Di derbarê salvegera refarandûma serxwebûna Kurdistanê de, PDKê li parlamentoya Kurdistanê beyanameyek belav kir.
Di daxuyaniya PDKê de hat ragihandin: ‘‘Bi serbilindî ve em referandûma serxwebûna Kurdistanê bibîrtînin, ku xaleke werçerxana giring bû di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de.’’
PDKê bal kişand ser encama refarandûmê û diyar kir: ‘‘Referandûma serxwebûna Kurdistanê ku roja 25.09.2017ê pêkhat, rojeke niştimanî ya bi nirx û serbilindiyeke mezine bo hemû ew kesên ku gotine ‘’Belê’’ û deng bo serkeftina wê dane.’’
Herwiha da zanîn: ‘‘Salvegera referandûmê de em soz ji Serok Barzanî re didin ku heta em bimînin êm dê Pêşmergeyê vê rêyê bin ku wî bo gelê xwe helbijartiye, berxwedêrî û biwefabûna wî ya ji bo gelê xwe denge azadîxwaziya kurdan gehande guhê civaka navnetewî, yar û neyarên gelê Kurdistanê.’’
PDKê di berdewamiya daxuyaniyê de got: ‘‘Em wek fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê herdemekî serbilindin bi destkeftên mezin ên gelê xwe û bi rêbertiya birêz Serok Barzanî û bi pêşengiya PDKê ya netewî perweriyê ve em xebatê bo bidest xistina wan armancan dikin.
Herî dawî jî diyar kirin: ‘‘Silav bo hemû wan kesên ku beşdarbûn di serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, ruhê şehîdên karwanê rizgarî û serxwebûna Kurdistanê şad be.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin