‘Hêzên garantor çavê xwe ji operasyona Tirkiyeyê re girtin’

‘Hêzên garantor çavê xwe ji operasyona Tirkiyeyê re girtin’

PeyamaKurd - Rojnamevanê Amerîkî Meghan Bodette ku herêmê ji nêzîk di dişopîne dibêje ku operasyona bejahî ya Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê pir nêzîk bûye û diyar dike; “Mirov dikare bibêje, wan hêzên garantorên agirbestê, çavê xwe ji vê êrîşê re girtine”.

Tirkiyeyê piştî êrîşa bombeyî ya 13ê Mijdarê ku li Taksîmê hatibû kirin bi hefteyekê operasyoneke asmanî li ser Rojava û Herêma Kurdistanê da destpêkirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera lutkeya G20an de ku bi Serokê Amerîka Joe Biden re jî hevdîtin kiribû, Rojava kir hedefa xwe ku vê yekê jî şîroveyên ku Tirkiyê êrîşa asmanî bi erêkirina Amerîkayê pêk anîne hatin kirin.

Rojnamevanê lêkolîner Meghan Bodette, piştî hilbijartinên nîvdemî yên 8ê Mijdarê ku guhertin di Senato û Meclîsa Nûneran de çêkir, karvedana raya giştî ya amerîkî û awayê guhertina helwestekê ya rêveberiya Amerîka li dijî êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê bi ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de, nirxand.

Di pozîsyona Amerîkayê de ti guhertin nîne

Bodette, îşaret pê dike ku di helwesta Amerîkayê ya dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava de, ti guhertinek nîne û dibêje; “Li ser îhtimala hewldana dagirkirinê ya Tirkiyeyê hê jî di heman nêrînê de ne ku dibêjin, wê îstiqrara herêmê têk bide û DAIŞê ji nû ve zindî bike. Ev îşareteke erênî ye. Lê pirseke cidî heye. Tirkiye di êrîşên ku heta niha dike de, bersivnedana Amerîka ya bi awayê leşkerî wekî firsendekê bikar tîne. Amerîkayê heman helwesta xwe dema ku bi êrîşên SÎHAyan endamên HSD û Rêveberiya Xweser û sivîl hatin qetilkirin jî nîşan da.”

Hewldana dagirkeriyê çêbibe wê Amerîka bersivê bide

Bodette bibîr dixe ku dema Tirkiyê sala 2019an êrîşî HSD û Rojava kiribû jî muxalefeteke ser partiyan re li Amerîkayê hebû û hilbijartinên navberê yên nîvdemî jî vê yekê naguherîne.

Bodette got, “Niha Kongreya Amerîkayê ketiye kontrola Demokratan û Senato ketiye kontrola Komarîparêzan. Li dijî Erdogan hê jî muxalefeteke cidî heye. Herdu alî jî dibêjin, êrîşên Tirkiyê yên ser HSDê nayên qebûlkirin. Yanî em dikarin vê bibêjin, heke Tirkiye di encama van êrîşan de dest bi dagirkirinê bike, wê Amerîka bersivê bide.”

Rojnamevan Bodette nirxandina xwe wiha didomîne:

“Lê belê wekî ku min berî niha jî got, ji ber têkiliyên Amerîkayê yên cûrbecûr bi Tirkiyeyê, bê bertek mayîna Amerîkayê li hember êrîş û operasyonan, îhtimala şerekî asta nizm zêde dike. Her çiqas Amerîka destûrê nede dagirkirinekê jî dibe destwerdana şerekî asta nizm jî neke. Niha hîn nediyar e bê wê Amerîka çi helwestê li hember van êrîşên asmanî nîşan bide. Lê belê di çarçoveya geşedanên dawî de, tê xuyakirin ku wê wê Amerîka bersiveke tund bide hewldaneke muhtemel a dagirkirinê.”

Medya Amerîkayê helwesta xwe guhert

Bodette dide zanîn ku êrîşa bombeyî ya Stenbolê di medya Amerîkî de jî cî girtiye û di nav gel de hatiye nîqaşkirin û dibêje: “Şîroveyên medyayê ya bo vê êrîşê, gelekî derveyî helwesta giştî ya medya Amerîkayê bû û ev rewşeke balkêş e. Bi giştî medya Amerîkî nûçeyên wiha bi zarê hikûmeta Tirkiyê didan û ti şîrove û nirxandin nedikirin. Lê vê carê ne wisa bû.”

Di berdewamê de Bodette diyar dike: “Ev bûyer hem ji aliyê medyayê ve hem jî ji aliyê siyasetmedaran ve bi gumanên cidî û rexneyan hat vegotin. Hemû medya serdest a Amerîkayê, cih dan nûçeyên ku ti pêwendiya PKK û YPGê bi wê bûyerê ve nîne û pêwîstiya lêkolînkirina wê bûyerê destnîşan kirin.”

Cara yekem ne tenê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, ji aliyê Kurdan ve jî nûçe belav kirin û perspektîfa Kurdan jî nîşan dan. Ev gelekî balkêş bû.

Nirxandina hikûmeta Amerîkayê ya li ser mijarê derveyî rêzikan bû. Hikûmeta Amerîkayê êrîş şermezar kir û di hin daxuyaniyan de jî gotina, ‘êrîşa terorê’ bikar anî, lê behsa kirdanê êrîşê nekir. Di mercên asayî de, Tirkiyê çi alî tawanbar bikira, wan jî ew dubare dikir.”

Biden ji Erdogan bawer nekir!

Li ser hevdîtina Erdogan û Biden ye dema lidarxistina Lûtkeya G20an jî Bodette ev nirxandin kir:

"Piştî hevdîtinê Koşka Spî li ser ‘çalakiya tundiyê’ ya li Tirkiyeyê rû daye, daxuyaniya şermezarkirinê da û sersaxî xwest. Li ti devereke daxuyaniyê, behsa PKK, YPG û HSDê nehat kirin. Yanî dema em li van daxuyaniyên asta bilind û daxuyaniyên raya giştî dinêrin, em dibînin ku ti kesî bawerî bi vegotina bûyerê ya Erdogan û hikûmeta wî neaniye.

Dema em vê vegotinê wekî berdewamkirina êrîşên hilweşîner ên ser hêzên Kurd ên DAIŞ têk birine binirxînen, difikirim ku ev gelekî girîng e. Li piştperdeya vê vegotina derbarê êrîşê de, gelekî eşkere ye ku senaryoya behaneya derxistina şer heye.

Raya giştî ya navnetewî divê hewl bide xwe bigihîne rastiyê û ligel parastina aştiyê hewl bide nehêle Tirkiye rageşiyê hîn zêdetir bike. Çimkî heger Tirkiye van îdiayên xwe yên gelekî bi guman in, bi raya giştî jî bide qebûlkirin, wê ev yek di demên pêş de wê teşwîq bike ku li Sûriyeyê operasyonên nû bike, HDPê bigire û operasyonên girtina bi komî ya fîgurên opozîsyona navxweyî pêk bîne.” 


Meghan Bodette

Werger û sererastkirin | PeyamaKurd