Haaretz: Rewşa heyî bûye pirsa hebûnê ji bo Kurdan!

Haaretz: Rewşa heyî bûye pirsa hebûnê ji bo Kurdan!

PeyamaKurd - Operasyonên Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê dewam dikin. Pirsa ‘Gelo wê Tirkiye operasyona bejahî bike?’ bûye yek ji mijara rojeva raya giştî ya cîhanê jî.

Nivîskarê Îsraîlî û leşkerê xanenişîn Zvî Bar, ji bo rojnameya Haaretz analîzeke balkêş nivîsandiye.

Bar, îdia dike ku Tirkiyeyê ji bo operasyonê xwe amade kiriye, rejîma Sûriye û Amerîka nikarin jê re bibin asteng û rewşa Rûsyayê jî di vê mijarê de bi guman e. Herwiha gotinên Erdogan ên, ‘Ev hîn destpêk e’ hate bibîrxistin.

Rûsya bi guman e, rewşa Amerîkayê jî aloz e

Zvî Bar, bal kişandiye ser helwestên Rûsya û Amerîkayê derbarê mijarê de û dibêje, Rûsya ji ber şerê Ukraynayê û proseya endamtiya NATO ya Fînlanda û Swêdê li hember Tirkiyeyê destê wê lawaz bûye. Bar diyar dike, di nav rêveberiya Amerîka de jî rewşeke mîna wê heye û vê rewşê jî Tirkiyeyê re derfet derxistiye holê.

Nivîskarê îsraîlî dibêje; “Heger Erdogan biryara operasyona Sûriyeyê bide, derketina pêşiya wê ya Rûsyayê bi guman e. Lê dubendiya û aloziya herî zêde di nav Amerîkayê de ye. Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo firotina balafirên F16 bo Tirkiyeyê bûye lobîkarê herî heweskar”.

Lê belê niha Biden, di navbera rewşeke daxwazkariya firotino balafirên şer bo Tirkiyeyê û bikar neanîna wan li dijî Kurdan de, asê maye. Dibe ku Kongreya nû ya Amerîkayê nehêle Biden wan jetan bifiroşe Tirkiyeyê.  

Wê ev rewşa han jî bihêle ku Biden, rûbirûyî encamên pêwendiyên ligel Tirkiyeyê bibe.

“Ev rewş bûye pirsa hebûnê ji bo Kurdan”

Ya herî girîng jî ev rewşa han bûye sedema pirsa hebûnê ji bo Kurdan.

Ev çend meh in ji xwe hewldana Tirkiyeyê ya operasyoneke ser Sûriyeyê di rojevê de bû. Lê belê ji ber fişara Rûsya û Amerîkayê pêşiya wê hatibû girtin.

Washington piştevana herî xurt a hêzên Kurd e ku ew hêz di şerê DAIŞê de hêzeke bi bandor û kilît in. Herwiha bi biryar e li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Suriyê) ewlehiya nifûsa Kurdan bixe garantiyê.

Li aliyê din Rûsya jî bi fikar e ku wê operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê, ziyanê bigihîne hewlên çareseriya dîplomatîk a şerê navxwe yê Sûriyeyê.


 Zvi Bar | Haaretz

Werger - Sererastkirin | PeyamaKurd