PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê radigihîne, nabe ti hêzek li derveyî destûr û yasayan di nava Iraqê de bê damezirandin. Da zanîn jî, Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî komîtek pêk anî.
Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê Beşîr Hedad di civînekê rojnamevaniyê de daxwaz ji hêzên çekdar ên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, pirsgirêkan ji Bexda û Hewlêrê re dirust nekin û rewşa navçê li ber çav bigirin, ji ber ku Iraq û Herêma Kurdistanê nikarin şer û nexweşiyên din hilgirin.
‘TÊ ÇAVERÊKIRIN DI DEMEKE NÊZÎK DE PIRSGIRÊKÊN WAN NAVÇEYAN BÊNE ÇARESERKIRIN’
Di beşeke din a wê hevdtîtinê de Hedad ragihand, li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi çavdêriya Netewên Yekbûyî (NY) komîteyek pêk hatiye û çendîn civîn jî kirine. Tê çaverêkirin di demeke nêzîk de pirsgirêkên wan navçeyan bêne çareserkirin.
‘PÊWÎSTÎ BI VEGERA HÊZA PÊŞMERGE Û HEVAHENGIYA BI HÊZÊN IRAQÎ RE HEYE’
Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê amaje bi wê jî kir, Bexda bi tenê nikare pirsgirêkên wan navçeyan çareser bike, aramiya navçeyên Kurdistanî pêwîstiya wan bi vegera hêza Pêşmerge û hevahengiya bi hêzên Iraqî re heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin