Serok Barzanî: Çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Feylî berpirsiyariya dewleta Iraqê ye

Serok Barzanî: Çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Feylî berpirsiyariya dewleta Iraqê ye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneyeya 46emîn salvegera jenosîda li dijî Kurdên Feylî peyameke giring belav kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku berpirsiyariyên xwe yên li hemberî Kurdên Feylî bi cih bîne.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser zilm û zordariya sîstematîk a rejîma berê ya Iraqê û diyar kir ku Kurdên Feylî bi tenê ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rastî komkujî, desteserkirina nasnameyê û koçberkirina bi zorê hatine.

Serok Barzanî destnîşan kir ku bi hezaran ciwanên Kurdên Feylî hatine şehîdkirin û bi deh hezaran malbat ji mal û milkên xwe hatine bidûrxistin ku ev yek wekî beşek ji polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd hatiye meşandin.

Serok Barzanî tekez kir ku çareserkirina hemû gilî û gazindên Kurdên Feylî û qerebokirina êşên wan berpirsiyariya yasayî û exlaqî ya dewleta Iraqê ye û divê di vê çarçoveyê de gavên pêwîst werin avêtin.

Di berdewamiya peyama xwe de, Serok Barzanî rêz li têkoşîn û fedakariya Kurdên Feylî girt û ragihand ku piştgiriya wan a ji bo şoreşa azadiya Kurdistanê tu carî nayê jibîrkirin.

Wî tekez kir ku Kurdên Feylî her tim wekî beşekî resen, bingehîn û hêja yê gelê Kurd bimînin. Di dawiya daxuyaniyê de, Serok Barzanî silav û rêzên xwe ji bo bîranîn û giyanê pak ê şehîdên jenosîda Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê şandin.