PeyamaKurd – Di hilbijartina Iraqê de tevgera Sadr bi 73 kursiyan ketibû parlementoyê û kursiyên herî zêde Tevgera Sadr bidest xistibû. Lê ji ber blokên partiyên din yên Şî’a, Sadr nikaribû hukumeta nû ava bike û her 73 parlementerên wî îstîfa kiribûn. Sadr bi parlementerên ku îstîfa kiribûn re civînekî li dar xist û di civînê de ragihand ku wê ji biryara xwe danegerin.
Ji parlementerên Rewta Sadr Haydar Hafacî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wê Sadr ji biryara xwe danegere û eger hilbijartinekî din çêbibe, wê nekevin hilbijartinê. Ev biryara Sadr ya nihaye.
Sadr, ji ber bi grûbên ku Îranê destekê dide wan lihev nekiribû, nikaribû hukumeta nû ya Iraqê ava bike û 73 parlementerên wî ji meclisê îstîfa kiribûn. Tevgera Sadr di hilbijartina 10 ê cotmehê de ji 329 kursiyên meclisa Iraqê 73 ji wan qezenc kiribû û bûbû partiya yekem.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin